• Sunday, 22 February 2026
logo

Bexda- Kuştiyên Tevgera Sedir weke "şehîd" tên tomarkirin

Gulan Media September 7, 2022 Nûçe
Bexda- Kuştiyên Tevgera Sedir weke

Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna îro de biryar da, hemû wan kesên di bûyerên van demên dawî de li Bexdayê hatin kuştin, weke "şehîd" werin tomarkirin.

Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna îro de biryar da, hemû wan kesên di bûyerên van demên dawî de li Bexdayê hatin kuştin, weke "şehîd" werin tomarkirin.

Roja duşema borî, li bajarê Bexdayê, alîgirên Tevgera Sedir li dijî hêzên ewlehiyê rawestiyan û bi çekên sivik û navîn, rûbirûyî hev bûn.

Di encama pevçûnên navbera hêzên ewlehiyê û alîgirên Tevgera Sedir ên çekdar de, 30 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyeran, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di peyamekê de ragihand, kesên hatine kuştin û kesên ku ew kuştine, diçin dojehê û divê alîgirên Sedir di nava 60 xulekan de Navçeya Kesk bi cih bihêlin.

Îro di civîna Encûmena Wezîran a Iraqê de biryar hat dayîn ku hemû kesên di wan bûyeran de li Bexdayê hatin kuştin, heman maf û ciyawaziya şehîdên Iraqê werbigrin û navên wan bikevin nav lîsteya "şehîdan".

Basnews

Top