Ji ber êrîşa Îsraîlê balafirxaneya Helebê ji kar ket
Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand, Îsraîlê balafirxaneya navdewletî ya Helebê mûşekbaran kiriye û ji ber êrîşê balafirxane ji kar ketiye.
Li gor ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûriyê, şeva bihorî hêzên Îsraîlê bi çend mûşekan balafirxaneya navdewletî ya Helebê kirine armanc û di encama êrîşê de balafirxane ji kar ketiye.
Ajansa SANA duh şev ji zarê jêderekî leşkerî ve ragihandiye, “Îro danê êvarê demjimêr 20:16, Îsraîl a dijmin bi çend mûşekan êrişeke asmanî ji aliyê Deryaya Sipî ve li rojavayê Laziqiyê kir û firokexaneya navdewletî ya Helebê kir armanc.”
Li gor heman çavkaniyê, di encama êrîşê de “xisareke madî gihîşte pîsta firokexaneyê û ji xizmetê derket.”
Herwiha hatiye gotin, geştên asmanî yên balafirxaneya Helebê ji bo balafirxaneya Şamê hatine veguhestin.
Çavkaniyên Îsraîlî aşkere kirine ku êrîşa mûşekî ya bo ser balafirxaneya Helebê li dijî depoyên çekên Îranê hatiye encamdan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de bo ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Helebê û derdora wê de 3 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.
Li gor heman çavkaniyê, 6 mûşekên Îsraîlî firokexane û derdora wê kirine armanc, ziyaneke mezin gihandin pîsta balafirxaneyê, ew ji xizmetê derxist û embarek li nêzîkî balafirxaneyê rûxandin.
Di 31 meha bihorî de, Îsraîlê bi çend mûşekan firokexaneya navdewletî ya Helebê kiribû armanc û hikûmeta Sûriyê wê demê ragihandibû ku di encama êrîşê de zirarên madî gihîştine balafirxaneyê.
Balafirxaneya Helebê duyem mezintirîn balafirxaneya Sûriyê ye û ji 19ê Sibata 2020an ve piştî 9 salan ji daxistinê hatiye vekirin.
Ji destpêka sala 2022an ve ev 24mîn êrîşa esmanî ya Îsraîlê di nav axa Sûriyê de ye.
Rudaw
