• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê li Kerkûkê cihê hin hêzan guhert

Gulan Media September 6, 2022 Nûçe
Serokwezîrê Iraqê li Kerkûkê cihê hin hêzan guhert

 Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdar ên wî welatî Mistefa Kazimî li Kerkûkê guhertinê bi hêzan dike û cihê hin hêzan diguhere.

Medyaya fermî ya Iraqê ji çavkaniyeke pilebilind a ewlekariyê ve belav kiriye ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî biryar daye Fewca 3 a taybet li qezaya Bêcî veguhêze parêzgeha Kerkûkê.

Li gor heman çavkaniyê, Kazimî herwiha biryar daye Fewca 3 a Lîwaya 61 a artêşa Iraqê ji parêzgeha Kerkûkê bo navçeya Kesk a Bexdayê veguhêze.

Heftiya derbasbûyî li navçeya Kesk a Bexdayê, rûbirûbûneke çekdarî di navbera alîgirên Sedir û Seraya Selam li aliyekî û grûpên çekdar ên Heşda Şeibî li aliyekî din de çêbû, ku di encamê de zêdetir ji 30 kes hatin kuştin.

Lîwaya 61 hêzeke taybet a ser bi Encûmena Wezîran a Iraqê ve ye, û piştî bûyerên 16 Cotmehê û vekişîna hêza Dije Terora Iraqê ji Kerkûkê, li cihê wê hêzê bicih bûne.

Baregeha sereke ya wê hêzê li nav bajarê Kerkûkê ye û her çar deriyên sereke yên Kerkûkê di kontrola wan de ye.

Kerkûk parêzgeheke Başûrê Kurdistanê û yek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku li gor benda 140 a Destûra Iraqê divibiyabû piştî asayîkirina rewşa wê û nehîştina şûnwarên guherandina demografiya wê heta sala 2007 di referandumekê de çarenivîsa wê bihatiba diyarkirin, lê belê hikûmeta Iraqê heta niha naveroka wê benda destûrê cîbicî nekiriye.

Kerkûk piştî destpêkirina êrîşên DAIŞê li Iraqê di sala 2014 de ket bin kontrola Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê û di dema birêveçûna referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî tevlî referandumê bû, lê paşê di 17ê Cotmeha 2017an de ku weke bûyerên Cotmehê tê naskirin, kontrola parêzgehê ji dest Hêzên Pêşmerge derket û kete destê hêzên Iraqê.

 

Rudaw

Top