• Sunday, 22 February 2026
logo

Qeretepe – Çekdarên DAIŞê şivanekî kurd revand

Gulan Media September 6, 2022 Nûçe
Qeretepe – Çekdarên DAIŞê şivanekî kurd revand

Li gundeke ser bi nahyeya Qeretepe ya ser bi qeza Xaneqînê, çekdarên DAIŞê şivanekî kurd revandin.

Li gor zanyariyên BasNewsê şeva borî çekdarên DAIŞê li gundê Narîn a ser bi nahyeya Qeretepe şivanekî kurd ê bi navê Sebah Nûrî Reşîd ji bo cîhekî nediyar revandin û heta naha çarenivîsa wî nediyar e.

Li gor heman zanyariyan, ew şivan xelkê nahyeya Rizgarî ya ser bi qeza Kelar e û li sînorê nahyeya Qeretepe şivantiyê dike.

Ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir li ser revandina wî hemwelatiyi BasNewsê xwest pêwendî bi rêveberê nahyeya Qeretepe Wesfî Timêmî re pêkbîne, lê ew pêwendî berdest nebû.

 

Rudaw

Top