Dije Terora Kurdistanê: Firokeyeke bêfirokevan li Geliyê Balîsan çekdarên PKKê kire armanc
Firokeyeke bêfirokevan mefrezeyeke çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Geliyê Balîsan kire armanc.
Li gor zanyariyên malpera Dije Terora Kurdistanê, vê êvarê 5ê Îlona 2022yan di demjimêr 20:10 xulekan de firokeyeke bêfirokevan a nenas, mefrezeyeke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kire armanc.
Dije Terora Kurdistanê eşkere kir, mefrezeya çekdarên PKKê ji sînorê îdareya Raperînê derbas bûne û li Geliyê Balîsan bûne armanca firokeyeke bêfirokevan.
Herwiha ragihand ku dezgehên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine.
K24
