• Monday, 16 February 2026
logo

Daily Telegraph: Îranê tîmên terorê şandine Iraqê!

Gulan Media December 1, 2018 Nûçe
Daily Telegraph: Îranê tîmên terorê şandine Iraqê!
Rojnameyeka Brîtanî dibêje, Îranê ji bona serkutkirin û bêdengkirina neyarên xwe çend tîmên terorê şandiye Iraqê!

Rojnameya Brîtanî ya Daily Telegraph ragihandiye, Îranê çend tîmên teror û tirsandinê şandiye Iraqê ji bo serkutkirin û bêdengkirina wan kesên ku neyartiya Îranê dikin.

Li gorî agahiyên wê rojnameya Brîtanî, ew tîmên terorê bi fermana fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê QasimSuleymanî û piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê (Gulana îsal) derbasî Iraqê bûne.

Daily Telegrapghê daye zanîn ku siyasetmedarê Iraqî Şewqî El Hedad, ku kesekî nêzîkî Muqteda Sedir bû û li dijî nifûza Îranê ya li Iraqê bû û Adil Şakir El Temîmî, ku kesekî nêzîkî serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî bû, ji aliyê wan tîman ve hatin terorkirin.

Wan tîman xwastin meha Tebaxê, Razî El Tanî jî bikujin lê nekarîn. Razî El Tanî kesekî nêzîkî mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ye. Ew jî li dijî nifûza Îranê li Iraqê ye.

Basnews
Top