• Monday, 16 February 2026
logo

Hevdîtina Trump û Erdogan hat hilweşandin

Gulan Media November 30, 2018 Nûçe
Hevdîtina Trump û Erdogan hat hilweşandin
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî Serokê Vladimir Putin hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî hilweşand. Lê Koşka Spî sedema hilweşandina hevdîtina ligel Erdogan eşkere nekir.



Li gor medya Tirkiyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ku hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn hilweşand, ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Koreya Başûr Moon Jee-in jî hevdîtinê pêknayîne.



Hat ragihandin ku hevdîtina Trump-Erdogan ji formata fermî hatiye derxistin lê di navbera herdukan de wê hevdîtineke ne fermî bê kirin. Biryar bû Trump û Moon di çarçoveya Lûtkeya G20 de li Arjantînê biciviyana lê ew hevdîtin hat hilweşandin.



Trump û Serokê Koreya Başûr herî dawî meha Îlonê di Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî de civiyabûn. Ligel hilweşandina hevdîtina ligel Moon, civîna Trump a ligel Erdogan û Putîn jî ji aliyê Koşka Spî ve hat hilweşandin.



Sedema hilweşandina hevdîtina Trump û Putîn pirsgirêka navbera Rûsya û Ukraynayê hat pêşandan ku hefteya borî li Deryaya Azakê derketibû. Lê Koşka Spî eşkere nekiriye ka çima hevdîtina ligel Moon û Erdogan hatiye hilweşandin.

Rudaw
Top