• Monday, 16 February 2026
logo

Ajanseke rûsî: Kurdan danûstandin li gel rejîma Esed dest pê kirine

Gulan Media November 30, 2018 Nûçe
Ajanseke rûsî: Kurdan danûstandin li gel rejîma Esed dest pê kirine
Serokê Encûmena Sûriya Demokratîk ragehand ku, encûmenê deriyê danûstandinan li gel rejîma Sûriyê vekiriye daku, rêkeftinekê pêkbînin.

Serokê Encûmena Sûriya Demokratîk Ziyad Dirar ji ajansa RT ragehand ku, wan li gel rejîma Esed deriyê danûstandinê vekirine.

Daxuyaniyê wî berpirsî HSDê di demekê de tê ku, li bajarokê Êyn Îsa li bakurê Reqayê dîdara Sûrî-Sûrî bi rêve çû, tê de beşdarbûyan tekezî li ser sîstema nenavendî kirin bo rêveberiya xwecihî ya Rojavayê Kurdistanê.

Berî niha û di 26.7.2018 şandek ji Encûmena Sûriya Demokratîk bi serokatiya Îlham Ehmed bo çareserkirina pirsa Sûriyê li gel rejîma Esed li Şamê civiya bû.

Basnews
Top