100 malên Ereb li gundekî Kerkûkê tên bicihkirin
Di wê derbarê de Parlemanterê Iraqê Cemal Şukrî ji K24ê re ragihand, ew karê hêzên ewlehiyê li Kerkûkê tê kirin, beşek ji hewla erebkirinê ye û heman siyaseta Beisiyan e.
Da zanîn jî, pêwîst e komîteyek lêkolînan ji Bexdayê bo wê navçeyê bê şandin û pêdaçûnê di rastiyan de bike.
Li ser mijara erebkirina Kerkûkê, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm berî duhî di hevdîtinekê ligel K24ê de ragihand, rewşa Kerkûkê di xirabtirîn ast de ye û kes nizane kî Kerkûkê birêve dibe. Piştî 16ê Cotmehê proseya erebkirinê dest pê kir û hejmareke mezin ji Ereban li Kerkûkê hat bicihkirin
K24
