• Monday, 16 February 2026
logo

Hevserokê Tevgera Azadî: Çar baregahên me hatine girtin

Gulan Media November 29, 2018 Nûçe
Hevserokê Tevgera Azadî: Çar baregahên me hatine girtin
Hevserokê Tevgera Azadî ragihand ku çar baregahên Tevgera Azadî hatine girtin û baregahê Kelar jî hatiye dorpêçkirin.



Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla ji Rûdawê re got ku heta niha çar baregahên Tevgera Azadî li Qeladizê, Raperîn, Koye û Kifrî hatine girtin.



Mihemed Ebdulla herwiha da zanîn ku îro jî hêzên asayîş û polîsan baregahê wan ê Kelar dorpêç kirine û daxwaz dikin vala bikin, lê hevalên wan heta niha ne amade ne ku baregah vala bikin.



Hevserokê Tevgera Azadî got: "Heta niha ti rûbirûbûnek çênebûye ku hêjayê behskirinê be, tenê li Qeladizê du hevalên me hatine girtin û piştre hatin azadkirin."



Mihemed Ebdulla dibêje: "Ew hêzên hatine ser baregahên ne tenê dibêjin ji jorê ferman ji me re hatiye, em nizanin jorê kî ye? Bi hinceta ku mohleta me ya yasayî nîne, di demekê de ku zêdeyî 3 sal û 10 meh e me daxwaza mohletê kiriye, lê bersiva me nadin, herwiha em li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê hatine tomarkirin û fermî ne."



Tevgera Azadî 17ê Cotmeha 2014an hatiye damezrandin, 10 baregahên wê yên fermî hene, 8 ji wan li sînorê parêzgeha Silêmanî û Germiyan in, baregahekî wê li Kerkûk û yek jî li Xurmatû heye. Di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de ligel Nifşê Nû beşdar bû û ji çar kursiyan yek kursiyê Parlamentoya Iraqê bidest xist.

Rudaw
Top