Nêçîrvan Barzanî Şandera Serokwezîra Brîtanyayê civiyan
Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kuridstanê, Şandera Taybet a Serokwezîra Brîtanyayê xweşhaliya xwe bi nêzîkbûna di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de derbirî û amadehiya welatê xwe jî nîşan da ji bo zêdetir girîngîpêdana bi karta weberhênan û aboriyê li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî pesnê hevkariyên hikûmeta Brîtanyayê yên di warên mirovî û leşkerî de kir û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê jî bi girîng binav kir.
