• Sunday, 22 February 2026
logo

Soylu Bo Kurdan: Bi kurdayetî û zimanê xwe serbilind bin

Gulan Media September 4, 2022 Nûçe
Soylu Bo Kurdan: Bi kurdayetî û zimanê xwe serbilind bin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li Diyarbekirê bang li kurdan kir û got; bi kurdayetî û zimanê xwe serbilind bin.

Suleyman Soylu îro li Diyarbekirê beşdarî çalakiya salvegera 4emîn ya malbatên ku li ber derê avahiya HDPê ya Diyarbekirê xêve vedane bû. Soylu, rexne li HDPê û PKKê girt û piştgiriya xwe ji bo malbatan ragihand.

Soylu got: “Bi kurdayetî û zimanê xwe serbilind in. Pêwîstiya me bi Amerîkayê nîne. Pêwîstiya me bi wê Ewropaya hay ji çand, bawerî û ola me nîne tune ye. Dema ku Diyarbekir aram dibe navçe ji aram dibe. Da ku me ji hev cuda bikin hemû senaryoyan bikartînin. Divê em hizûr û aramiyê bînin vê erdnîgariya xwe.”

Her wiha got: “Diyarbekir bajarê ewliya û eshabeyan e, dixwazin biratiya me bi me bidin jibîrkirin. Divê em fersendê nedin wan. Helwest, hebûn û îradeya dayîkan her tiştî radixe ber çavan. Em dixwazin hişmandiya xwedîlêderketina malbatên li ewladên xwe biparêzin.”

 

K24

Top