• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata serokê berê yê Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê dike

Gulan Media September 4, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata serokê berê yê Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya serokê berê yê Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê Hakim Ferhad Hatim, bi peyamekê sersaxî li malbata wî kir û hevxemiya ligel malbat û dostên wî kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi mixabinî min nûçeya koça dawiyê ya serokê berê yê Fermangeha Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê Hakim Ferhad Hatim bihîst.

Pirse û serxaxiyê li malbata wî ya birêz, dost û hevpîşeyên wî dikim û hevbeşê xema wî wan im

Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê jî bide hemûyan

Mesrûr Barzanî

Top