• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 36 milyon kes deyndarê bankayan e

Gulan Media September 4, 2022 Civakî
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 36 milyon kes deyndarê bankayan e

Li gor amarên Saziya Sererastkirin û Kontrolkirina Bankayan (BDDK), rêjeya krediya serfkar ku welatiyan ji bankayan deyn kirine sala 2022ê 80 milyon dolar zêde bûne û bi tevahî gihiştiye 510 milyon dolaran.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û qeyrana aborî roj bi roj hêza kirînê ya welatiyan kêm dibe. Welatî jî neçar dibin û ji bo kar û debara jiyanê ji bankayan krediyan dikşînin.

Li gor amarên BDDKyê, krediyên serfkar ku welatiyan ji bankayan deyn kirine sala 2022ê 80 milyon dolar zêde bûne û bi tevahî gihiştiye 510 milyon dolaran. Herwiha hejmara welatiyên deyndar jî sala 2022ê milyonek û 800 hezar kes zêde bûye û gihiştiye 36 milyon kesan.

Welatiyan sala 2022ê herî zêde bi 48 milyon dolaran ji bo pêwîstiyên debarê kredî kişandine. Ji bo kirîna xanî û avahiyan 28 milyon dolar kredî kişandine û ji bo kirîna otombîlan jî 6 milyon dolar kredî kişandine.

Bikaranîna kartên krediyan jî di 7 mehên destpêkê yên sala 2022ê de 55 milyon dolar zêde bûne û gihişte 165 milyon dolaran.

 

Rudaw

Top