• Monday, 16 February 2026
logo

Sê daxwazên Tirkmenan ji kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê heye!

Gulan Media November 29, 2018 Nûçe
Sê daxwazên Tirkmenan ji kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê heye!
Eniya Tirkmenên Iraqê bo beşdarbûna tirkmenan li pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê sê daxwazên wan hene.

Îro 29.11.2018ê, 15 aliyên tirkmen li Hewlêrê bi amadebûna konsolê giştî yê Tirkiyê li herêma Kurdistanê Hakan Karaçay ve civînek bo diyar kirina daxwazên pêkhateya tirkmen di kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de pêkhat.

Piştî civînê parlamentere Eniya Tirkmen li parlamentoya Kurdistanê Aydin Meirûf di civîneke çapmeniyê de ragehand, tirkmen bo beşdarbûna li kabîneya nû ya hikûmetê sê daxwazên wan hene û ew jî waha ne:

- Dayîna cîgirê serokwezîrtiyê ji tirkmenan re.

- Dayîna wezareteke serekî ji tirkmenan re.

- Dayîna hejmarek rêveberiyên giştî ji tirkmenan re.

Basnews
Top