• Monday, 16 February 2026
logo

Demirtaş doz li ser wê dadgehê vekir ku ceza daye wî

Gulan Media November 29, 2018 Nûçe
Demirtaş doz li ser wê dadgehê vekir ku ceza daye wî
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş doz li ser 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê vekir.



Parêzerê Demirtaş, Firat Epozdemîr ragihand ku ji ber bikaranîna desthilatên xwe bi awayekî xirab, doz li ser Desteya 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê vekirine.



Piştî biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ku daxwaza azadkirina Selahattin Demirtaş dike, parêzerên Demirtaş ji bo cîbicîhkirina biryarê serî li dadgehê dan.



Di demekê de ku dadgehê heta niha bersiva parêzerên Demirtaş nedaye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku pêbendê biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê nabin û li beramber pêngavên pêwîst diavêjin û wî karî bidawî dikin.



Piştî vê daxuyaniya Erdogan, Dadgeha Îstinafê dosyayeke cuda ya Demirtaş xiste pêş ku têde cezayê zîndanîkirinê lê hatiye birîn. Eger dadgeh li ser vê dosyaya Demirtaş biryarê bide, wê demê ji ber cîbicîhkirina cezayê 4 sal û 8 meh zîndanîkirin, Demirtaş salek û 6 mehên din di zîndanê de dimîne û ev jî dibe rêgir li ber cîbicîhkirina biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ku daxwaza azadkirina Demirtaş dike.



Proseya dadgehkirina Demirtaş li 19emîn Dadgeha Cezayê giran ya Sîncanê bi rêve diçe û biryar e 11 û 12ê meha peşiya me daniştineke din a vê dozê were kirin.

Rudaw
Top