• Sunday, 22 February 2026
logo

Berpirsekî YNKê: PKK 100 hezar dolar ji bo azadkirina berpirsekî YNKê wergirtiye

Gulan Media September 2, 2022 Nûçe
Berpirsekî YNKê: PKK 100 hezar dolar ji bo azadkirina berpirsekî YNKê wergirtiye

Li gor zanyariyên BasNewsê, PKKê sindoqek ava kiriye ku bi qasî ku tê de pere ji Başûrê Kurdistanê werbigire. Li gor zanyariyên berdest, PKK bi du awayan pere kom dike, yekem bi gefxwarina karsaz û kesayetên siyasî û ya duyem jî bi rêya bazirganiyê.

Çavkaniyek diyar dike ku di sindoqa veşartî de hesabek heye, ji Ewropayê hejmareke mezin ji kadro û endamên PKKê ji bo wê pereyan kom dikin û ji Başûrê Kurdistanê jî çendîn kes çavdêriya sindoqê dikin û pereyan jê re kom dikin, sindoqa bi navê (Grollery Fund). Berê gelek pere ji bo vê sindoqê hatiye komkirin, hinek ji wan bi rêya esnafên Silêmaniyê ku bi zext û zorê hatine girtin, hinek jî bi rêya kesayetên PKKê yên li herêmê, weke karker, xwedî karsaz û Xwediyên xwaringehan mîqdara pereyê ku ji bo kesên ku ji teref PKKê ve tê xwestin diguhere, hinek digihêje 3000 dolarî.

 

Basnews

Top