• Sunday, 22 February 2026
logo

Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe li Zapê ragihand

Gulan Media September 2, 2022 Nûçe
Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe li Zapê ragihand

Li navçeya Zap-Avaşîn a Herêma Kurdistanê ku zêdeyî pênc mehan e operasyona Pence-Kilîd a Tirkiyê ya li dijî PKKê lê birêve diçe, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin. Bi gotina Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî, di êrîşekê de li devera Avaşînê du gerîlayê PKKê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja Pêncşembê1ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de kuştina leşkerekî xwe li navçeya operasyona Pence-Kilîd ragihand.

Di daxuyaniyê de tê gotin, leşkerê bi navê “Okan Meteoz” di encama “teqîna bombeyekê” de li devera Zap-Avaşîn hatiye kuştin.

Li gor agahiyan, leşkerê hatiye kuştin xelkê navçeya Tarsus a parêzgeha Mêrsînê bûye.

Her duh Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyeke din de aşkere kiriye ku li di êrîşeke hêzên wan de li devera Avaşînê du gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Derbarê mijarê de PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Li aliyeke din Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye, duh di daxuyaniyekê de piştrast kir ku “Umît Tarhan” di êrîşeke Tirkiyê de li “Herêma Parastina Medyayê” jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Umît Tarhan di êrîşa 18'ê Gulana 2022'an de jiyana xwe ji dest daye.”

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsanê ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû ya bi navê "Pence Kilîd" daye destpêkirin ku hêj berdewam e.

 

 

Rudaw

Top