• Sunday, 22 February 2026
logo

Hevpeymanan karwaneke din radestî pêşmerge kir

Gulan Media September 1, 2022 Nûçe
Hevpeymanan karwaneke din radestî pêşmerge kir

Karwana han pêk hatiye ji tirimbîl û pêvidiyên locistîkî.

Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, hevkariyên hevpeymaniya cîhanî yên bo hêzên pêşmerge berdewamin û di vê çarçoveyê de karwaneke din ya hevkariyên han radestî hêzên pêşmerge hatiye kirin.

Ev karwana han pêk hatiye ji hijmareke zêde tirimbîlên leşkerî û pêdiviyên din yên leşkerî û radestî lîwaya 22an ya yekgirtî ya hêzên pêşmerge hatiye kirin.

Hevpeymaniya cîhanî jî eşkere kiriye ku, hevkariyên wan bo hêzên pêşmerge û yekxistina wan berdewam dibin.

Top