• Sunday, 22 February 2026
logo

Nazim Debax: Serdana Dr. Fuad Husên ya Tehranê ji bo derbas kirina aloziyên Iraqê ye

Gulan Media August 30, 2022 Nûçe
Nazim Debax: Serdana Dr. Fuad Husên ya Tehranê ji bo derbas kirina aloziyên Iraqê ye

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê ragehand, serdana Dr. Fuad Husên rastî piştî guhertinên vê dawiyê yên li Iraqê tê û armanca serdanê jî derbas kirina aloziyên Iraqê ye.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor zanyariyên me Dr. Fuad Husên naha li Tehranê ye û armanca serdanê jî gotûbêj kirina li ser vê rewşa naha ya Iraqê ye.’’

Herwaha got: ‘’Serdan, piştî wan guhertinê vê dawiyê yên bilez û aloziyên ser Iraqê de hatine pêktê. Bi fermî li gel wezîrê derve yê Îranê dê bicivin û gotûbêja vê rewşa naha ya Iraqê dê bikin, ku alozî bên derbas kirin.’’

Derbarê vekêşîna Muqteda Sedir a ji karê siyasî jî Nazim Debax got: ‘’Bi baweriya min Muqteda Sedir şikest aniye. Herçend hejmarek zêde kursiyên parlamentoyê bidest xist jî, lê ji parlamentoyê vekêşiya, ji ber wê jî hemû ew karên ku dike wek kudeta tê pênaser kirin û rewabûna wan a destûrî tine.’’

 

Basnews

Top