Mesrûr Barzanî bo Kazimî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo hevkariyê amade ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku bi telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî axifî ye û amadebûna hikûmeta Kurdistanê pêşan daye ji bo anîna aştî û aramiyê li hemû Iraqê.
Roja 30 Tebaxa 2022ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn ku bi telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî axifî ye û nîgeraniya xwe li beramber wê tûndûtûjiya nû ya li Iraqê aniye ziman û herwiha amadebûna hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşan daye bi hevkarîkirinê ji bo anîna aştç û aramiyê li hemû Iraqê.
Mesrûr Barzanî dibêje: “Dema wê hatiye diyalogeke piralî û zelal hebe li ser wan pirsên kûr û metirsîdar ku rûbirûyê welat dibin û divê hewqasî wêrek bin bo diyarkirina krokiya nakokiyên navbera xwe û divê wê yekê li ber çav bigrin ku pêdiviya wê rewşa niha ya em hemû têde ne bi çareseriyeke daîmî heye.”
Peywendiya telefonî ya navbera Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî di demekê de ye ku ji 29ê Tebaxê ve xwepêşandan û pevçûnan li Bexda û çend parêzgehên din ên Iraqê destpê kirine û li gor zanyariyên destpêkê, 25 kes hatine kuştin û 380ê kesên din jî birîndar bûne.
