• Sunday, 22 February 2026
logo

Sedir bi yek peyv rewşa Bexdayê aram kir

Gulan Media August 30, 2022 Nûçe
Sedir bi yek peyv rewşa Bexdayê aram kir

Daxwaz ji alîgirên xwe kir dawî bi xwepîşandanan bînin.

Piştî du rojan şer û pevçûnan di navbera alîgirên Sedir û komên din yên şîe de, îro Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek pêşkêş kir.

Sedir ragihand ku, şoreşa Sediriyan nabe tundûtîj be, eger wisa be, ez xwe jê bidûr digirim û nabe şoreş belku, dibe alozî lewre lazime ev kesên ku alîgirên rastîn yên Sedirin, dev ji tundûtîjî berdin û di nava seatekê de dawî bi xwepîşandanan bînin.

Piştî gotara Sedir, alîgirên wî li navçeya Kesik ya Bexdayê vekêşan û dawî bi xwepîşandanan anîn.

weke tê zanîn ji duhê ve heta niha zêdetir ji 35 kesan canê xwe ji dest dane û nêzî 400 kes jî birîndar bûne.

 

 

Top