• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Dema diyalogeke nîştimanî hatiye

Gulan Media August 30, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Dema diyalogeke nîştimanî hatiye

Derbarê rewşa Îraqê de twittek belav kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewş û aloziyên heyî yên li Îraqê de twittek weşand û têde dilgiraniya xwe ya li hember rewşa aloz ya Îraqê diyar kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsandiye: Gelek dilgiranim li hember destpê kirina gereke din ya alozî û pevçûnan li Îraqê û ev rewşa han rewşeke gelek metirsîdare.

Barzanî nivîsandiye: Li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî peyvîme, û amadebûna herêma Kurdistanê bo pêşkêş kirina hevkarî diyar kiriye û niha dem dema destpê kirina diyalogeke nîştimanî û rastîne bo çareser kirina kêşeyên heyî.

Top