• Sunday, 22 February 2026
logo

Îsraîl sîstema mûşekî ya komên çekdar yên Îranî ji nav biriye

Gulan Media August 29, 2022 Nûçe
Îsraîl sîstema mûşekî ya komên çekdar yên Îranî ji nav biriye

Îsraîl berdewame li ser êrîşên xwe yên li dijî komên çekdar yên Îranî li Sûriyeyê.

Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR tê nasîn ragihand ku, êrîşên Îsraîlê bo ser komên çekdar û navendên wan li deverên curbicur yên Sûriyeyê berdewamin.

Li gor SOHRê di êrîşa herî dawî de yaku li Rojavayê Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatiye, navenda avêtina mûşekan û çend sekoyên mûşekan yên komên çekdar yên ser bi Îranê bi temamî hatine jinavbirin.

Herwiha di encama heman êrîşê de bi sedan mûşekên curbicur yên ku di nava cebelxaneya wan komên çekdar de bûn, hatine teqandin û jinav birin.

Top