• Sunday, 22 February 2026
logo

Di nava kêmtir ji 3 mehan de 1000 kes canê xwe ji dest dane

Gulan Media August 28, 2022 Nûçe
Di nava kêmtir ji 3 mehan de 1000 kes canê xwe ji dest dane

Li Pakistanê jiber baran û lehiyan canê xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya Pakistanî, jiber ev pêla baran barîna bixor yaku ji 14ê Hezîranê ve heta niha li Pakistanê didome, gelek kes canê xwe ji dest dane, û gelek kes jî wendane.

Çapemeniya Pakistanî diyar kiriye ku di nava kêmtir ji 3 mehan de hezar welatiyên Pakistanî ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane û 1456 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di encama heman lehiyan de zirar gehêştiye 682 hezar û 139 xaniyan û nêzî 803 hezar ser ajel jî mirar bûne.
 

Top