Dê bê make-up beşdarî pêşbirka bedewiyê bibe
Melisa Raouf a yek ji fînalîstên pêşbirka bedewiyê ya ku li Brîtanyayê tê lidarxistin, dê bê make-up derkeve ser dikê.
Melisa Rouf a xwendekara beşa siyasetê, piştî 94 salan bû yekem kesê ku bêyî make-up beşdarî pêşbirka bedewiyê dibe.
Dîroka pêşbirka bedewiyê ya Brîtanyayê vedigere heta 94 salan.
Hat ragihandin ku fînalîsta bi navê Melisa Raouf a ku di nav fînalîstên pêşbirka bedewiyê ya ku dê di meha Cotmehê de were lidarxistin, dê bê make-up derkeve ser dikê.
Melisa Raouf a 20 salî ya ku li Londonê beşdarî nîvfînalê bû, bêyî ku berhemên kozmetîkî bikar bîne, ji bo beşdariya fînalê ya di 17ê Cotmehê de bibe.
Jina ciwan destnîşan kir ku wê ev biryar bi hêviya ku jin ji nêrîna xwe ya xwezayî hez bikin girtiye.
Melisa Raouf
Melisa Raouf ji rojnameya Independent re axivî û got, “Gelek keç ên ji her temenî make-upê dikin, ji ber ku xwe di bin zextê de hîs dikin. Heger kesek bi çermê xwe kêfxweş be, nabe ku em rûyê xwe bi make-upê veşêrin. Kêmasiyên me, me diafirînin û ya ku her kesî yekta dike ev e.”
Raouf diyar kir ku her çend wê di temeneke biçûk de dest bi make-upê kiribe jî, biryar da ku ji kevneşopiya make-up a ji bo pêşbirkan dûr bikeve û anî ziman, “Min qet hîs nekir ku min standardên bedewiyê bicîh anîne. Min herî dawî qebûl kir ku ez bi çermê xwe xweşik im û ji ber vê yekê min biryar da ku bêyî make-up pêşbirka bikim.”
Di çarçoveya heman pêşbirkê de di sala 2019an de gerek hat organîzekirin ku beşdar bê make-up tevlî bûn.
Rudaw
