Di dawetê de 2.5 milyon TL bi bûk û zavê ve kirin
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di daweta Samet û Nûr Demîr de ku nêzikî 2 hezar kes beşadar bûn, bi qasî 2.5 milyon lîreyî pere û zêr bi bûk û zavê ve kirin.
Kurê karsaz Mehmet Demîr mîmar Samet Demîr û mîmar Nûr Demîr ku her du jî endamên eşîra Pinyanîşî ne, li otêleke navçeya Artemêtan a Wanê zewicîn.
Wêne: DHA
Ji Colemêrg, Wan, Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bi qasî 2000 kes ku di nav wan de siyasetmedar, serokên saziyan û serokên eşîran jî hene, beşdarî dawetê bûn.
Wêne: DHA
Di daweta ku bi stranên Kurdî ş Tirkî û kurdî gerandin de, bi qasî 2.5 milyon lîreyî pere û zêr bi bûk û zavê ve kirin.
Rudaw
