• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Efrînê pîrejineke Kurd ji aliyê Erebên hawirde ve hat kuştin

Gulan Media August 27, 2022 Nûçe
Li Efrînê pîrejineke Kurd ji aliyê Erebên hawirde ve hat kuştin

Li gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, pîrejineke Kurd di nav mala xwe de bi gulleyên Erebên hawirde hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ragihand ku roja Pêncşemê, pîrejina Kurd a bi navê Rîhane Omer Mihemed (70 salî), li gundê Çençeliya, ser bi Raco, di hewşa mala xwe de bi guleyeke bêserûber hatiye kuştin.

Li gor rêxistina navborî, dema pîrejina Kurd di hewşa mala xwe de dar hûr dikirin, guleyek lê ketiye û di encam de canê xwe ji dest daye.

Heman rêxistin dibêje ku di wê demê de, Erebên hawirde di şahiyeke hevsergîriyê de, li gundê Hecmalo, li tenişt gundê Çençelya, teqe dikirin.

Li gor rapora pizîşkê dadwerî, sedema canjidestdana pîrejina Kurd guleyeke ku li pişta wê ketibû.

 

Rudaw

Top