Îro ji bo helbijartina endamên kongreya 14ê ya PDKê dengdan destpê dike
Îro 27.08.2022yê dengdana ji bo helbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê destpê dike û roja yekem dengdan dê sînorê Balekayetî bê kirin.
Peyamnêrê BasNewsê ragehand: ‘’Biryare îro li sînorê Balekayetî dengdana ji bo helbijartina endam ango delegeyên kongeya 14emîn a PDKê destpê bike û piştre proseya dengdana ji bo helbijartina endamên kongreya 14emîn dê qonax bi qonax li sînorê hemû baskên PDKê birêve biçe.’’
Derbarê endamên kongrê de jî biryare derveyî endamên rêveberiyê û polîtburoyê, hemû endamên din ên kongrê bi helbijartinên bibin endam û delege. Herwaha li gor peyrewa navxwe ya PDKê jî sedî 25ê endamên kongrê jî dê jin bin.
Basnews
