• Sunday, 22 February 2026
logo

Bi biryara Mesrûr Barzanî alîkariya ji bo kêmendaman berdewam dibe

Gulan Media August 26, 2022 Nûçe
Bi biryara Mesrûr Barzanî alîkariya ji bo kêmendaman berdewam dibe

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da alîkariyên ji bo kêmendaman berdewam bibe, ku di heman demê de mûçeya mîratgiriya xanenişîniyê werdigrin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo hemû çînên Herêma Kurdistanê de û ji bo garantîkirina maf û îmtiyazên kêmendaman û xwedî pêwîstiyên taybet, bi liberçavgirtina debara jiyana wan, îro pêncşemê 25ê Tebaxa 2022yan bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biyar hat dayîn ku dayîna alîkariya kêmendaman bo  kesên xwedî pêwîstiyên taybet berdewam be, ku di heman demê de mûçeya mîratgiriya xanenişîniyê werdigrin.”

Li gor datayên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane bi qasî neh milyar û 200 milyon Dînar dide 107 hezar kêmendaman, piştî çaksaziya hikûmetê di lîsteya mûçexuran de di pişkinînan de derketiye holê ku hejmarek ji wan kesan bi navê xanenişîniyê mûçe werdigrin bi neyasayî mûçe wergirtine.

 

Basnews

Top