Êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê: Di mehekê de 13 zarokan canê xwe ji dest dan, 27 jî birîndar bûn
Li gor raporta rêxistina Save the Children (Zarokan Rizgar Bikin) ya Brîtanî di nav vê mehê de di encama êrîşên Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê de 13 zarok hatine kuştin û 27 zarok jî birîndar bûne.
Rêxistina Save the Children (Zarokan Rizgar Bikin) 25ê Tebaxa 2022an raportek li ser kuştin û birîndarbûna zarokan yên di encama êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de belav kir.
Li gor amarên raportê di navbera 1 û 24ê Tebaxa îsal de li Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşên Tirkiyê ên SIHAyan de 13 zarokan canê xwe ji dest dane û 27 jî birîndar bûne.
Li gor raportê herî dawî 24ê Tebaxê di encama êrîşa SIHAyan de du zarokên ku temenê wan 12 û 13 sal bûn canê xwe ji dest dan ku beriya çend rojan jî li Hesekê û Til Temirê li navendeke Neteweyên Yekbûyî hejmareke zarokên keç hatibûn kuştin.
Her wiha li Qamişlo jî di 6ê Tebaxê di encama teqîna otomobîlekê du zarokên 14 û 16 salî canê xwe ji dest dabûn.
Rudaw
