Serokwezîra Swêdê: Em ligel partiyên piştgiriyê didin PKKê hikûmetê ava nakin
Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) weke “rêxistineke terorîst” pênase kir û got: “Em ligel partiyên çep ên piştgiriyê didin PKKê hikûmetê ava nakin.”
Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen ji bo televîzyona dewletê SVTê, mijara hilbijartinên giştî û herêmî yên di 11ê Îlonê nirxand.
Parlamenterên Partiya Çep Daniel Riazat, Momodou Malcom Jallow û Lorena Delgado Varas di 7ê Tîrmehê de li bajarê Visby wêneyekî bi sembolên YPG û PKKê kişandin û li ser medyaya civakî parve kiribûn. Li ser vê yekê Andersson ev tevgera parlamenterên Partiya Çep şermezar kiribû.
Magdalena Andersen diyar ku ew dixwaze hikûmeta bê, bi Demokratên Swêdê re ava bike, ne bi Partiya Çep re ava bike ku bi gotina wê piştgirîya PKKê dikin.
Andersen got, "Di vê havînê de Partiya çep ala PKKê hilda û bi alîgirên xwe re li hev civiyan, ev yek li gorî min bê destihelatîya hikûmetê nîşan dide. Ji ber ku ev kom weke rêxistineke terorîst tê naskirin, ez bi fikarim ku bi wan re hikûmetê ava bikin."
Ev gotinên Serokwezîra Swêdê di demekê de tên ku nûnerên Swêd, Fînlandiya û Tirkiyê dê roja Înê li Helsinkî bicivin.
Li gorî medyaya Fînlandiyayê, mijara sereke ya civîna sêalî dê endamtiya Swêd û Fînlandayê di NATOyê de û nirxandina rêkeftina sêalî ya ku di meha Hezîranê de l civîna NATOê ya li Madrîdê di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin, be.
Tevî rêkeftinê jî Tirkiye herdu welatan rexne dike û wan bi piştgirîkirina PKKê tohmetbar dike.
Heta niha 23 ji 30 welatên endamên NATOyê endamtiya Swêd û Fînlandayê pesend kirine.
Heya niha di nav hevpeymaniyê de tenê Tirkiye li dijî endamtiya Fînlanda û Swêdê bûye û li hember rêkeftina wan jî, Enqerê daxwaz ji her du welatan kiriye, ku hejmarek ji kesên daxwazkirî yên ku li Fînlanda û Swêdê dijîn, radestî wan bikin.
Rudaw
