• Sunday, 22 February 2026
logo

Çar serokatiyên Iraqê: Krîza siyasî divê li gor destûrê were çareserkirin

Gulan Media August 25, 2022 Nûçe
Çar serokatiyên Iraqê: Krîza siyasî divê li gor destûrê were çareserkirin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih mazûvaniya civîna serokatiyên Encûmena Bilind a Dadwerî, Parlamentoya Iraqê û Encûmena Wezîran a Iraqê kir.

Serokomariya Iraqê li ser civîna çar serokatiyan daxuyaniyek belav kir û ragihand, her çar serokatiyan tekez kirine ku berdewambûna rewşa aloz a siyasî bandora neyînî dike li ser hewlên niştimanî yên ji bo çespandina asayîş û seqamgîrî û parastina asayîş û silametiya welatiyan.

Di civînê de serokatiyên Iraqê amaje bi pêwîstiya pêkanîna hemû pêngavan kirine ku destpêkirina gotûbêjeke aktîv û pabendbûna bi bingehên berjewendiya bilind a niştimanî û parastina aştiya navxwe û civakî pêk bîne.

Derbarê xwepêşandanan de çar serokatiyên Iraqê bal kişandine ser wê yekê ku xwepêşandanên aştiyane û derbirîna fikr û ramanan mafekî garantîkirî yê destûrî ye û divê hemû aliyan pabendî rêkar û yasa û parastina asayîşa giştî û mal û milkê giştî bin û di çarçoveya yasa û destûrî de jî muamele ligel daxwazan were kirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di civînê de her çar serokatî di wê baweriyê de bûne ku berdewambûna qeyrana siyasî ya welat bandorê li ser rola Iraqê ya li civaka navdewletî çêdike û dibe sedema pûçkirina alîkarî û hevtêgihîştin û rêkeftinên îmzekirî yên di warên cûr bi cûr de, bi taybetî jî ewên bo pêwîstiyên jiyanê û debara welatiyan ve girêdayî ne.

 

K24

Top