• Sunday, 22 February 2026
logo

Hewlêrê: Em amadene pêşwaziya torîstên olî yên Îranî bikin

Gulan Media August 25, 2022 Nûçe
Hewlêrê: Em amadene pêşwaziya torîstên olî yên Îranî bikin

Parêzgarê Hewlêrê dibêje me amadekariyên pêwîst kirine.

Îro Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav ragihand ku amadekariyên pêwîst yên bo pêşwazî kirina torîstên olî yên Îranî hatine kirin.

Omîd Xweşnav ragihand ku di warê xizmetgozarî, cîhê mayîn, xizmetgozariyên tendirostî û di warê ewlekarî de tevahiya amadekariyên pêwîst bo pêşwazîkirina torîstên Îranî yên ku, bi mebesta serdan kirina cîhên olî yên Îraqê bi rêya Kurdistanê serdana Îraqê dikin, hatine kirin.

Weke tê zanîn biryare bo beşdarî kirina di erbeînê de bi rêya deriyên sînorî yên Kurdistanê jî gelek torîstên olî yên Îranî bi rêya Kurdistanê re serdana Îraqê bikin.

Top