Tevgera Sedir: Desthilata Serokomar ne di dest wî bixwe de ye
Salih Mihemed Iraqî yê ku wek Wezîrê Sedir tê nas kirin, di helwêstê xwe yê dawiyê de ragehand, metirsiyên li ser serokwezîr zêde bûne û serokomarê Iraqê jî desthilata wî ne di destî wî bixwe de ye.
Salih Mihemed Iraqê îro 25.08.2022yê di tora xwe ya civakî ya facebookê de ragehand, parlamento nikare bi karên xwe rabe û parlamenter jî dabeşbûne li ser wan partiyên ku derveyî berjewendiyên partî û pêkhateyên xwe ti tiştek din naxwazin, li gel wan parlamenterên serbixwe û dixwazin ji rewşê sûd wergirin dabeş bûne. Serokwezîr jî wek demkî pênase dikin û gef û metirsiyên li dijî wî jî zêde kirin û bê yasaya budceyê karên xwe birêve dibe.
Derbarê wezîran de jî amaje bi wê yekê kir ku wezîr beşek ji wan gendel in û beşek jî di karên xwe de serkeftî nebûne. Waye pêwendiyên dîplomatîk de hewsengî tine, serxwebûn tine, tenduristî tine, perwerde tine, çandinî tine, pîşesazî tine, kar tine, rê û pir tine, dad tine, hişkesalî li welat dide, serokomar desthilata wî di dest wî bixwe de nîne, dadwerî gendelî piştguh kiriye (êdî ji tirsan de be, yan çavgirtin be) û xwe ji belge û tomarên deng û vîdyo bêxeber dike û zarokekî digre bi tometa diziya desmal kaxeziyan, çima divê yasa li ser biçûk û hejaran de bê cîhbicîh kirin. Lê li ser gendel û dûvik û milîsan cîhbicîh nebe?
Wezîrê Sedir behsa wê yekê jî kir ku ti partiyekî xema wê tine, tene dixwazin desthilata xwe zêde bikin. Dûr in ji heskirina niştiman, hest bi xemên gel nakin, hest bi wan kesan jî nakin ku çepik ji bo wan lêdane û deng dane wan.
Salih Mihemed Iraqî rexne li destûrê jî kirin û got, ‘’Hin kes li gor pîvanên xwe dema ku destûr ne bi dilê wan be, bi hewkariya li gel dadweriyê ve diguherin.’’
Herwaha diyar kir, ew xalên li jor rêgezên desthilatiyê ne û dipirse: ‘’Çawa dikare rêz liv ê desthilatê bê girtin? Kanê rûmeta dewletê ku gendelî û tewan û madeyên hişber û çekên neyasayî û destwerdanê derve û hwd…Çima bi daxwaza çaksaziyê (reform) dîn dibin û ma heta kengî?
Wezîrê Sedir her bi xwe bersiva xwe dide û dibêje: ‘’Belê dîn dibin, ji ber dixwazin hikûmetekî pêkbînin ku tişta mayî jî li Iraqê bifroşin û ew serwetê maye jî nav xwe de parve bikin.’’
Basnews
