• Sunday, 22 February 2026
logo

Îro salvegera enfala Behdînanê ye

Gulan Media August 25, 2022 Nûçe
Îro salvegera enfala Behdînanê ye

34 sal biser enfala devera Behdînanê re derbas dibe.

Îro 25ê Tebaxê salvegera enfala devera Behdînanê ye. Rejîma Besê ku, dest bi enfal kirina xelkê Kurdistanê kiribû, yekem pêla enfalê li devera Gerimiyanê dijî Kurd da destpê kirin û di 25ê Tebaxê de jî enfala Behdînan weke qonaxa dawî ya enfalê destpê kir û heta 6 Îlonê dom kir.

Di encama ev pêla han de bi hezaran welatiyên Kurdistanê hatin şehîdkirin, bi dehezaran welatî jî birîndar bûn, û sedan hezar welatî jî aware û koçber bûn.

Hevdem gelek gund û cîhên curbicur yên deverê jî hatin wêrankirin.

Top