• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Moskowê pêşangeha otombîlên kevin hat vekirin

Gulan Media August 25, 2022 Corane
Li Moskowê pêşangeha otombîlên kevin hat vekirin

Zêdetirî 250 yekîneyên otomobîlên bêhempa, kamyon, taksî, otobus, trolleybus, wesayîtên din ên bajêr û her weha bisîkletên salên ji 30yî ta 90î yên sedsala borî li Pêşangeha Otombîlên Kevin ya Moskowê tên nîşandan.

Ji van wesayîtan ku ji wan re dibêjin "qehremanên kolanan" û tê bawerkirin ku ew, bê şop winda nabin. Heta piştî bidawîhatina mohleta bikaranîna wan jî bûyerên balkêş di jiyana wan de diqewimin. Gelek ji wan, di fîlman de têne kişandin, beşdarî defîleyan dibin û dibin yekeyên pêşangehên muzeyan.

Wêne: Rûdaw
Serokê Servîsa Resorasyonê ya Mûzexaneya Veguhastinê ya Moskowê Vyaçeslav Kotov got "Her otomobîlekî li vê Mûzexanê ji derverekî Rûsyayê hatiye. Hema bêje hemû otomobîl diyarî ne. Gelek kes bixwe telefon kirin û otomobîla malbata xwe pêşkêş kirin. Hin kes digotin ku ez dixwazim otomobîla bavê min di Mûzeyê de were danîn û li ser bê nivîsandin ka xwediyê wê kî bûye. Ji bo mirovan, ev yek pir giring e. Lewma jî wan ne dixwast otomobîlan bifroşin, tenê daxwaza wan ew e ku dîrok û bîranîn werin parastin."

Mûzexane bi çend salonan hatiye dabeş kirin: pêşangeha sereke; pêşangeha tematîk a taybet, û pêşangeha alavên leşkerî. Bê guman, her yek ji wan wesayîtan, markayeke herî berbiçav ya serdema xwe bûye.

Wêne: Rûdaw
Mûzexaneya Veguhastinê ya Moskowê di sala 2020 de hatiye afirandin. Bingeha koleksiyonên wê, di serî de tenê kamyon, otobus û trolleybus bûne. Lê  bere bere her cure otomobîl ketiye fona mûzexane û ew dageriyaye yek ji ciyên herî serincrakêş ên geştugizariyê.

Ziyaretvana pêşaneghê Nataliya Mîxeyeva dibêje "Otomobîlên mezin her tim li xweşa kurê min diçe. Ne yên biçûk, lê ewên ku ji bejna wî mezin in. Ew, her tim bi meraqdariyeke mezin li her tiştê qerasye temaşe dike. Her tiştê bi qebareyê mezin, her teknîkê ku ji wî mezintirin. Îro jî em tenê ji bo meraqa wî li vir in."

Li vê muzexanê hem lêkolîn li ser van otomobîlên kevnar tê kirin û hem restorasyona wan tên pêkanîn û hem jî ew, ji civakê re tên pêşandan.

Piraniya ziyaretvanan jî bi zarokên xwe re tên pêşangehê.

Wêne: Rûdaw
Ziyaretvana pêşangehê Îlona anî ziman "Ez bi xwe ji zaroktiyê ve heza min li ser otomobîlan heye. Û bi ser de jî li vê derê li ser her otomoblê çîrokên pir balkêş  jî vedibêjin. Karmendên mûzexane gelek hûriyan aşkere dikin li ser van otomobîlan. Çîrok ewqas balkêşin ku serinca vê kurikê çar salî jî dikşîne ser xwe."

Her yek ji van otomobîlan ku hatine restorekirin, beşdarî gelek pêşangeh û festîvalên ciyawaz ên bajarê Moskowê jî dibin. Ji sala 2016-an vir ve jî salane bi boneyê Roja Bajêr bi beşdariya retro otomobîlan merasima wesayîtên bajêr tê lidarxistin. Bi van çalakiyan, weke ku karmendên şaredariyê amaje pê dikin, şêniyên Moskow û geştiyar, dîroka geşedana wesayîtên bajêr ji nêz ve nas dikin.

Top