• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Stenbolê 'maseyê 7 partî' bi serokatiya HDPê dicive

Gulan Media August 25, 2022 Nûçe
Li Stenbolê 'maseyê 7 partî' bi serokatiya HDPê dicive

Civînên (masayê heft partî) ku bi serokatiya HDPê wek hewleke pêkanîna “Hevpeymaniya herî fireh ya Demokrasî” hatibûn destpêkirin, gihişte qonaxa dawî û îro bo biryar dayîna li ser nexşerê û navê hevpeymanê dicivin.

Bi serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro Pêncşembê 25ê Tebaxa 2022ê Partiya Karkerên Tirkiye (TIP), Partiya Ked (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Mala Gelan (HE) û Federasyona Encûmena Sosyalîst li parêzgeha Stenbolê dicivin û biryarê li ser nexşerê û navê hevpeymaniyê didin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo pêkanîna hevpeymanên nû bo hilbijartinên giştî ên Hezîrana 2023an berdewam in.

HDP ku sêyemîn fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Tirkîyê ye hewl dide li dijî tifaqa Cumhur "AKP û MHP" û tifaqa Milet "CHP û IYI Partî"  cuda bi çend partîyên çepên Tirkiyê û  partîyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê tifaqeke sêyem pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de HDP di Çileya 2022 an de li Enqerê bi 8 partiyên çep ên Tirkiyeyî re bêyî ku ti partiyên Kurd vexwendine, hevdîtin pêk anî. Berdevkê HDPê piştre ragihand ku wê li Kurdistanê tifaqa Kurdan ava bikin.

 

Rudaw

Top