Keça 17 salî li ser zarokên Kurdên Êzdî pirtûkek nivîsand
Şem Berhem ji zaroktiya xwe ve ji xwendin û nivîsandina çîrokan hez dike, zimanê Îngilîzî baş dizane. Roja 13ê vê mehê li bajarê Hewlêrê, di merasîmekê de yekemîn pirtûka xwe ya bi zimanê Îngilîzî yê bi navê "Your are just watching (Hûn tenê temaşe dikin)" belav kir.
Şem ku keça Berhem Elî û Naz Ebdullah e, derbarê pirtûka xwe de ji Rûdawê re ragihand: “Pirtûka min çîroka 10 zarokên Kurdên Êzdî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne vedibêje, ew zarok li cem DAIŞê bûn û piştre rizgar bûne, çîrok bi zarê zarokan hatiye vegotin, anku dema tu pirtûkê bixwînî, zarok bi xwe behsa wê yekê dikin ku karên gelek dijwar bi wan hatine kirin, weke mînak; ew kirine çekdar, hinek ji wan xelkê wan li ber wan hatine serjêkirin, çîrokên ciyawaz ên trajedî û balkêş têde hene.”
Şem Berhem bêhtirî salekê ye bi nivîsandina wê pirtûka xwe ve mijûl bû, serdana wan zarokên ku jê re axivîne kiriye, ew dibêje: “Min serdana kampan kir û min çîrokên wan guhdarî kir, zarok gelek wêrek û çavnetirs in, ez li nav kampan geriyam, çîrokên hemû zarokên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne balkêş in, lê min 10 çîrokên herî balkêş hilbijartin.”
Nivîskara ciwan Şem dibêje: “Min nedixwest pirtûka min a yekem bi zimanê Îngilîzî çîrokeke trajediyê be, lê hûn jî dizanin tiştên ku hatin serê Kurdên Êzdî em hemû xemgîn kirin, lewma min biryar da pirtûkekê amade bikim. Dayîk û bavê min gelek alîkariya min kirin daku ez çap bikim, wan got ev pirtûk dê bibe belge û dokument.”
Pirtûka Your are just watching (Hûn tenê temaşe dikin) 10 çîrokan li xwe digre û her çîrokek navekî wê heye ku navên wan ji serpêhatiyên zarokan hatine wergirtin.
Li ser pirsa "gelo ji ber çi tenê çîrokên zarokan di pirtûkê de cih digrin?" Şem Berhem diyar kir: “Li medyayê giringiyeke mezin bi karesata Kurdên Êzdî hatiye dayîn, lê karekî wisa li ser zarokên qurbanî nehatiye kirin, ez bi xwe jî temenê min biçûk e û 17 salî me, lewma min bala xwe tenê da ser zarokên Kurd ên Êzdî.”
Dahata pirtûkê ji wan 10 zarokan re ye
Buhayê pirtûkê tenê pênc dolar e. Şem Berhem dibêje: “Cara ewil dema wergirtina çîrokên wan ez destvala çûbûm cem wan zarokan, lê vê carê ku diçim destê min tije ye, ji ber ku temamê dahata firotina pirtûka min ji wan 10 zarokên Kurd ên Êzdî re ye ku çîrokên wan di nav pirtûka min de ne.”
Pirtûka Şem ku bi zimanê Îngilîzî ye, bo konsulxaneyên çendîn welatên cîhanê yên li Hewlêr û li Bexdayê hatine şandin, di merasîma nasandina pirtûkê de jî wan kesayetên biyanî yên ku li Kurdistanê dijîn hatine vexwendin, ji ber ku Şem dixwaze pirtûka wî bigihîje hemû cîhanê û bibeje "Bibînin zarokên we çawa dijîn û zarokên me çawa mezin dibin".
Li ser nivîsandina pirtûkê bi zimanê Îngilîzî, Şem dibêje: “Destpêkê min wisa difikirî ku ez pirtûka xwe bi zimanê Kurdî binivîsim, lê belê piştre min got ku em Kurd gelek tişt derbarê zilma DAIŞê de dizanin, gelek pirtûkên din jî bi zimanê Kurdî derbarê DAIŞê û Kurdên Êzdî de hatine nivîsandin, lewma min biryar da ku pirtûka min bi zimanê Îngilîzî be, daku cîhana derve bi zimanê zarokên xwe wan çîrokan bixwînin.”
Rudaw
