• Sunday, 22 February 2026
logo

Droneke Tirkiyê bajarokê Til Rifetê bombebaran kir

Gulan Media August 24, 2022 Nûçe
Droneke Tirkiyê bajarokê Til Rifetê bombebaran kir

Droneke artêşa Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûne.

Jêderekî ji bajarokê Til Rifetê ji K24ê re got, îro danê sibê droneke artêşa Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Demek e gefa Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du herêman kom kirine û bi awayekî berdewam topbaran dike û di encamê de sivîl dibin qurbanî.

Bajarokê Til Rifatê 35 kîlometreyan li rojhilatê Efrînê dikeve û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye. Til Rifet ji sala 2016an ve di destê HSDê de ye.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dora 125 hezaran Efrînî li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

 

 

K24

Top