Batman- 3 welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan
Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de 3 welatiyên nişteciyên komelgeha Sêrîkê ya ser bi navçeya Sêmêl a Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û welatiyek jî birîndar bû.
Jêderekî ji navçeya Sêmêl ji K24ê re ragihand, îro danê êvarê 22yê Tebaxa 2022yan, malbateke nişteciyên komelgeha Sêrîkê ya ser bi navçeya Sêmêl, li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê tûşî bûyereke trafîkê bûn, di encama bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Jêderê K24ê eşkere kir, hemû qurbaniyên bûyerê ji malbatekê ne, zilamekî ligel hevjîn û xwişka xwe canê xwe ji dest dan û kurê wan jî birîndar bû û rewşa wî ya tendirustiyê nebaş e.
Herwiha diyar kir, ew malbat ji bo tedawiyê nexweşiyê serdana Bakurê Kurdistanê kiribûn û biryar bû di nava çend rojên bê de vegerin Başûrê Kurdistanê.
Basnews
