• Sunday, 22 February 2026
logo

Rayedarekî din yê rejîma Îranê hate kuştin

Gulan Media August 22, 2022 Nûçe
Rayedarekî din yê rejîma Îranê hate kuştin

Goman li ser çawetiya kuştina wî hene.

Li gor çapemeniya Îranê berpirsê beşê parastina îstîxbaratên girtîgeha Tehrana mezin, Hemîd Rezaaqayî Şerîetî li girtîgeha mezin ya Tehranê bi awayeke gomanbar hatiye kuştin.

Çapemeniya rejîmê diyar kiriye ku nav hatî jiber lêdana elektirîkê hatiye kuştin, lê hin çavkaniyên din qala hebûna gomanan di kuştina wî de dikin.

Ji aliyeke din ve her li Tehranê, berpirsê berê yê nûjdariya qanûnî ya Îranê jî hatiye kuştin û niha li Îranê nîqaş li ser vê yekê tê kirin ku gelo ev kuştinên han dewame kuştinên ewlekarî yên di navba rejîmê dene anjî jiber sedemên taybetî hatine kuştin?

 

Top