Dema dengdanê ya ji bo helbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê hat ragehandin
Biryare roja 27.08.2022yê dengdan ji bo helbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê birêve biçe.
Li gor zanyariyên BasNewsê, biryare roja 27.08.2022yê helbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê destpê bike.
Herwaha li gor zanyariyên BasNewsê proseya dengdanê dê çend rojan berdewam bike, li gor zêdebûna hejmara dengdêran jî dê dema dengdanê bê dirêj kirin.
Berî naha hatibû ragehandin ku biryare derveyî endamên rêveberî û polîtburoyê, hemû endamên din ên kongreya PDKê bi helbijartinê bên destnîşan kirin û bibin endam ango delegeyên kongreya PDKê.
Li gor kotaya hatiye diyar kirin, sedî 25ê endamên kongreyê jî dê jin bin.
Kongreya 14emîn a PDKê biryare li Duhokê birêve biçe.
Basnews
