• Sunday, 22 February 2026
logo

Qezaya li Mêrdînê: 20 mirî û 26 birîndar

Gulan Media August 21, 2022 Nûçe
Qezaya li Mêrdînê: 20 mirî û 26 birîndar

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, barhilgireke li kesên midaxaleyê qezayê dikirin xist, di encamê de 20 kesan canê xwe ji dest dan, 26 kes jî birîndar bûn ku ji wan rewşa 6 kesan dijwar e. Silêman Soylu diyar kir ku di qezaya ku ji ber 2 barhilgiran pêk hat de heta niha 20 welatiyan canê xwe ji dest dane û wiha got, "26 birîndarên me hene. Bûyer ji aliyê dozgeriya me ve ji her alî ve tê lêkolînkirin. Îhmal, qest çi hebe bila bibe, hemû pêvajo dê were lêkolîn. Di vê derbarê de hêzên me yên ewlehiyê jî di nav hewldanan de ne."

Li gor agahiyên hatin bidestxistin li navçeya Dêrikê ya Mêrdinê saet 18.00ê de li Kolana Amedê frêna barhilgira gubre barkirî ya bi plakaya 73 NS 384 a ku ji aliyê Çiyayê Mazî diçû û nasnameya ajokarê wê nehate zanîn li du otomobîlan xist. Piştî qezaya ku bû sedema mirinê, tîmên polîs, agirvemirand û Tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Saet 18.30 jî barhilgira bi plakaya 34 NMB 53 a ku nasnameya ajokarê wê nehate zanîn ji kontrolê derket û li kesên midaxaleyê qezayê dikirin xist. 

Di encama qezayan de 20 kesan canê xwe ji dest dan 26 kes birîndar bûn ku rewşa 6 kesan ji wan dijwar e. 

Wek teqwiye gelek ekîbên AFAD, îtfaiye, cendirme û ekîbên tenduristiyê şandin cihê bûyerê. 

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li bajêr. 

Vekolîna edlî hat destpêkirin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag jî daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê çapemeniya civakî de ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê der barê du qezayên de vekolîna edlî da destpêkirin.

Bekir Bozdag dibêje: “Xwedê rehma xwe li welatiyên me yên ku di qezaya trafîkê ya dilsoj a ku li Dêrika navçeya Mêrdînê çêbû de mirin bike, serê malbatên wan sax be û ez sebrê dixwazim ji bo wan. Ji bo welatiyên me yên birîndar jî şifaya xêrê dixwazim. Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê vekolîna edlî da destpêkirin."

Soylu diçe Dêrikê

Ji aliyê din Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji ber qezaya trafîkê ya ku li Mêrdînê çêbû çû herêmê. 

Li gor agahiyên hatin bidestxistin Soylu ji ber qezaya li Mêrdînê, bi daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ber bi herêmê ve rêketiye.

Silêman Soylu diyar kir ku di qezaya ku ji ber 2 barhilgiran pêk hat de heta niha 20 welatiyan canê xwe ji dest dane û wiha got, “26 birîndarên me hene. Bûyer ji aliyê dozgeriya me ve ji her alî ve tê lêkolînkirin. Îhmal, qest çi hebe bila bibe, hemû pêvajo dê were lêkolîn. Di vê derbarê de hêzên me yên ewlehiyê jî di nav hewldanan de ne.

 

 

Rudaw

Top