Ewropa ji têkiliyên aborî yên Tirkiye û Rûsyayê nîgeran e
Berevajî welatên Ewropayê, Tirkiyê pêwendiyên bazirganî ligel Rûsyayê pêşxistiye, lewra di sala 2022an de li gorî sala 2021ê, Tirkiyê dê %46 zêdetir berheman bişîne Rûsyayê û ev yek jî welatên Ewropayê nîgeran dike.
Financial Times ragihand ku tenê di meha Hezîran û Tîrmeha 2022an de Tirkiyê 2 milyar dolar hinardeyî Rûsyayê kiriye.
Rûsya jî berhemanîna xwe bo Tirkiyê zêde kiriye, wek mînak di du mehên borî de, li gorî heman meha sala 2021ê, Rûsyayê %3.9 zêdetir berhem hinardeyî Tirkiyê kiriye û tê pêşbînîkirin ku zêdetir bibe.
Du karbidestên YEyê ji Financial Times re got: "Em ji nêzîk ve çavdêriya bazirganiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de dikin û em gelekî nîgeran in ku ev pêngava Tirkiyê li dijî biryarên NATO û YE li dijî Rûsyayê ye."
Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê dibêje, ti guhertinek di peywendiyên bazirganî yên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de çênebûye, lê ev daxuyanî bi Yekîtiya Ewropayê bawer nake û ew ji nêzîk ve haya wan ji hejmarên bazirganiya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de heye, ku ew jî Ewropa dilgiran dike.
Basnews
