• Sunday, 22 February 2026
logo

Misir balefirên cengî ji Rûsyeyê kiriye

Gulan Media August 21, 2022 Nûçe
Misir balefirên cengî ji Rûsyeyê kiriye

Amerîka ji vê yekê dilgirane.

Li gor zaniyariyên ku hatine belavkirin, hikûmeta Misirê bi awayeke nepenî li gel Rûsyeyê rêkeftin îmze kiriye û li gor rêkeftina han, Misir 4 balefirên cengî yên ji cureya Sukhoi kiriye.

Ev balefirên han di rojên derbasbûyî de ji aliyê Rûsyeyê ve radestî Misirê hatine kirin.

Ev rêkeftina nihênî ya di navbera Misir û Rûsyeyê de bûye cîhê dilgiraniya Amerîkayê û Amerîka ragihandiye ku ji nêz ve vê mijar bişopîne û helwesta xwe ya fermî raberî Misirê bike.
 

Top