• Monday, 16 February 2026
logo

Xaneqîn – DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kir

Gulan Media November 20, 2018 Nûçe
Xaneqîn – DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kir
Li Xaneqînê çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin, di encam de 4 polîs û efserek hatin kuştin.

Jêderekî ewlehiyê li Xaneqînê ji K24ê re ragihand, şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî xaleke pişkinînê ya polîsên Iraqî li başûrê Xaneqînê kirin.

Wî jêderî da zanîn, di dema êrişê de bombeyek bi otombîleke polîsan de teqiya û di encam de efserek û 4 polîs hatin kuştin.

Li gorî agahiyên wî jêderî, çekdarên DAIŞê ji du aliyan ve êrişî ser wê xala pişkinînê kirin û piştre hêzeke polîs û artêşê gihîştin cihê şer.


Basnews
Top