• Sunday, 22 February 2026
logo

Çend rêveberekî Beisî pêşneyara jinavbirina Serok Barzanî û Mam Celal ji bo Sedam kiribûn

Gulan Media August 20, 2022 Nûçe
Çend rêveberekî Beisî pêşneyara jinavbirina Serok Barzanî û Mam Celal ji bo Sedam kiribûn

Serok Barzanî aşkera kir, di dema serdana Bexda ya paytexta Iraqê de li gel Celal Talebanî, hejmarekî rêveberên Beis pêşneyar kirine ji bo Sedam Husên ku wan herduyan jî jinavbibe, lê Sedam bi tundî bersiva wan daye.

Serok Barzanî di rûpela 99 a 5emîn pirtûka ‘’Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd – Raperîn Asteng û Derfet’’ an de ku taybete bi vebêjîna bûyerên navbera salên 1991ê heta sala 2002yê û Serok Barzanî amaje bi wê yekê dike ku: ‘’Carekî ez û Mam Celal li gel yek me serdana Bexdayê kir. Hejmarek ji endamên rêveberiya Beis çûbûne gel Sedam û jê re gotibûn ku hemû rêveberiya kurd li vê dere ye, em wan tasfiye bikin.’’

Serok Barzanî di bersiva Sedam Husên bo wan rêveberên Beis de dibêje: ‘’Sedam jî ji wan re gotibû: Ew tiştekî şerm û karekî derveyî exlaqe. Mêvanên me ne û nabe em tiştekî wisa fikir bikin.’’

Herwaha aşkera kir, Sedam bi rêveberên partiya xwe gotiye, rêveberiya kurd ji bo gotûbêj û danûstandinan hatine, eger rêkeftin nehate kirin û vegeriyan û eger hûn zîrekin herin jinavbibin.

 

Basnews

Top