Di hilbijartinên Swêdê de bi dehan Kurd berbijêr in
Li Swêdê kampanyayên partî û dezgehên ku beşdarî hilbijartinê dibin dest pê kir. Heşt partiyên sereke ji bo 349 kursiyên parlamentoyê û bi dehan kursiyên herêmî û şaredariyan hevrikiyê dikin. Hejmarek mezin ji namzedên kurd beşdarî hilbijartinan dibin.
Hilbijartinên parlamentoya Swêdê dê di 11ê Îlona 2022an de bên kirin û hilbijartinên herêmî û şaredariyan jî dê di heman rojê de bên kirin.
Partiyên beşdar ji bo 349 kursiyên parlamentoyê hevrikiyê dikin û bi dehan berbijêrên Kurd ji partiyên cuda yên Swêdê wek berbijêrên parlamentoya Swêdê, herêm û şaredariyan hene.
Kurdên Swêdê him di parlementoyê de him jî di encumenên herêmî û şaredariyan de di siyaseta Swêdê de xwedî roleke bibandor in.
Berbijar Partiya Lîberal ji bo parlementoya Swêdê Aziz Alis diyar kir ku ew ji bo doza Kurd xwe wek berbijêr destnîşan kiriye.
Aziz Alis beşdarî bernameya Diyasporayê ya Rûdawê bû û got ew dê li parlamentoya Swêde xizmetê ji bo doza Kurd bike û wiha berdewam kir “Ez berê du caran di lîsteya Partiya Sosyaldemokratan xwe ji bo parlementoya Swêdê bûm berbijêr lê di dawiyê de ji min re gotin `tu zêde giringiyê bi Kurdayetiyê didi.` Ji ber ku ez li ser Kurdbûna xwe bi israr bûm, min xwe ji Partiya Sosyalîst vekişand û min biryar da ku ez liser lîsteya Partiya Lîberal bibim berbijêr.”
Herwiha Aziz Alis got jî “Ev 36 sal in ku ez li Swêdê xizmeta doza Kurd dikim, ez wisa difikirim ku vê carê şansek bi dest bixim û xwe bigihînim parlamentoya Swêdê.”
Azîz Alis li dijî siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û heta kurdên dîasporayê ye û got “Ji ber ku Tirkiye rêzê li mafên gelê Kurd nagire, nabe Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê û divê ji NATOyê jî were derxistin.”
Di hilbijartinên Swêdê de, lê li ser asta şaredariyê, Koçer Welatbegî, berbijêrê şaredariya Goteborgê ya li ser lîsteya Partiya Sosyal Demokrat, di wê baweriyê de ye ku Partiya Sosyal Demokrat dikare "zêdetir xizmetê bike" û piştgiriya doza kurdî bi giştî bike.
Koçer Welatbegî beşdarî bernameya Dîasporayê bû û got "Armanca min a sereke ji karkirinê xizmetkirina sektora perwerdeyê û mafên zarok û jinan e, ji ber ku ez difikirim ku hîn jî pêwîstî bi xizmetkirina sektora perwerdeyê û jinan heye."
Koçer Welatbeg dibêje “Ez weke Kurdekî eger bi ser bibim ez ê piştgiriya doza Kurd bikim û xizmeta diyasporaya Kurd a li Swêdê bikim. Herwiha bang li kurdên dîasporayê kir ku bi awayekî aktîf beşdarî hilbijartinên Swêdê bibin û dengê wan ji bo bihêzkirina dengê kurdan li wî welatî girîng e.”
Rudaw
