Erdogan: Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir bavêjin
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê rewşa Sûriyê û lihevkirina bi hikûmeta Şamê re ragihand, “têkbirin an têknebirina Esed ji bona me pirsgirêk nîne” û got, “Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir bavêjin.”
Recep Tayyip Erdogan îro Înê 19ê Tebaxê di vegera ji Ukraynayê de ji rojmavenan re axivî û behsa rewşa Sûriyê û egera têkiliyên bi hikûmeta Sûriyê re kir û ragihand, “Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir bavêjin. Gava em van gavan bavêjin li vê erdnîgariya ku cînarên me cîhana Îslamê ye em dê gelek lîstikan xerab bikin.”
Serokkomarê Tirkiyê careke din îdia kir, ku çavê Tirkiyê li axa Sûriyê nîne û got, “Çavê me li axa Sûriyê nîne. Gelê Sûriyê xwîşk û birayên me ne. Yekîtiya axa wan ji bo me girîng e. Divê rejim vê yekê fêm bike.”
Erdogan ji ber piştgiriya wan a bo hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi piştgiriya terorê tohmetbar kir û got, “Di serî da Amerîka û hêzên koalîsyonê li Sûriyeyê terorê xwedî dikin û hê jî dikin.”
Rudaw
